DYE pêşniyaz kir ku ambargoya li ser Îranê bidome

DYE'yê pêşnûmeyeke biryarê da ber hevkarên xwe yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku pêşbîniya wê dike êrîşên 2019'an ên li ser Siûdî şermezar dike û dixwaze ambargoya li ser Îranê bidome.

DYE, Fransa, Elmanya û Kraliyeta Yekbûyî destekê didin vê pêşnûmeya biryarê. Plansaziya wê dike ku kombûna nîvê salê ya Konseya Ewlehiyê zexta li ser Îranê zêdetir bike. Tê payin kombûna Konseya Ewlehiyê 30'ê Hezîranê were kirin. Her wiha tê çaverêkirin ku Rûsya û Çîn li dijî pêşnûmeyê derkeve. Hê ji bo dengdana pêşnûmeyê demek nehatiye diyarkirin.

Bi çarçoweya peymana nukleerê ya ku 2015'an bi Îranê re hatî danîn,ambargoya çekan a li ser Îranê Cotmehê bi dawî dibe.

Rêveberiya Washîngtonê ji serê salê û vr be lê digere ku endamên Konseya  Ewlehiyê destekê bidine ambargoyê. Tê gotin derheqê domdarkirina ambargoyê pêşnûmeya biryarê li ber wan hatiye danîn.

Parîs, Berlîn û Londra, ku aliyên peymana nukleerê ne, Înê gotina xwe kirin yek û gotin ew naxwazin ambargo were rakirin.

Li gorî AFP'ê DYE di pêşnûmeyê de, ''Êrîşên Îranê yên Îlona 2019'an ên li ser Siûdî şermezar dike''. Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku ji Cotmehê û pê de dewletên endam nikaribin rasterast an jî nerasterast çekan bifiroşin Îranê, jê re bibînin û an jî bişînin.