DYE Patrîotan li Iraqê bi cih dike!

DYE'yê ragihand ku wê sîstema xwe ya parastina hewayî Patrîot li Iraqê bi cih bîke. Hate îdîakirin ku ev biryar ji bo parastina yekîneyên Emerîkî yên li Iraqê hatiye wergirtin.

Piştî ku di meha Çileyê de ji ber fuzeyên Îranê derdora 100 leşkerên Emerîkî birîndar bûn, rêveberiya Washîngtonê ji Bexdayê xwestibû ku bihêle ew sîstema Patrîot li Bexdayê bi cih bike.

Li gorî AFP'ê, heta roja Duşemê ne diyar e ku Bexdayê destûra vê yekê da yan na. Lê belê hefteya derbasbûyî rayedarên Iraqî ji heman ajansê re axivîn û diyar kirin ku Emerîkayê ekîpmanên xwe aniye û bêyî destûra Bexdayê dibe ku ji ber xwe ve wan bi cih bikin.

Rayedarên Emerîkî û Iraqî yên nexwestin navê xwe eşkere bikin, ji AFP'ê re gotin ku sîstema Patrîot wê li baregeha Ayn El Assad a bi 180 kîlometreyî dûrî Bexdayê ye bê bicihkirin. Hate ragihandin ku parçeyên cuda yên sîstemê li paytexta Herêma Kurdistanê ya Federal Hewlêrê hatine bicihkirin.

Li gorî rayedarên Emerîkî, radarên performansa xwe bilind e û fuzeyên dikarin fuzeyên balîstîk ên li hewayê îmha bikin li Qûweytê ne û li benda birinê ne.

Fikar hene ku bicihkirina Patrîotên Emerîkî li Iraqê aloziya li herêmê mezintir bike. Piştî ku DYE'yê di destpêka meha Çileyê de generalê Îranî Qasim Silêmanî û ji alîkarên wî yên Iraqî Ebû Mehdî El Muhendîs kuşt alozî bilind bûbû.