DYE: Ne mimkûne ku Tirkiye bikeve bernameya F-35’an

Rêveberiya DYE’yê ragihad ku ne mimkûne ku Tirkiye ya ku sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê girtî, bikeve bernameya F-35’an.

Di daxuyaniya ji Qesra Spî hate kirin ev hate gotin: “Biryara kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a a ji Rûsyayê, kiriye ku Tirkiye ne mimkûne bikeve bernameya F-35’an.”

Rêveberiya Trûmp diyar kir ku ji bo kirîna sîstema Patrîot jî gelek daxwazî pêşkêş kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye ji sala 1950’an û vir ve weke endamê NATO’yê mutefîkê wan e û got: “Lê bi kirîna sîstema S-400’ê ya sîstema Rûsya, ziyan dide lixwegirtina hemû mutefîkên NATO’yê.”

Daxyaniyê bal kişand ser ziyanên bikaranîna sîstema parastina hewayî ya Rûs a ji aliyê endamekî NATO’yê ve û hişyariya, “Tirkiye jî di nav de ku kar dike, wê bandora xwe ya nerênî hebe.”

Tirkiye tevî hemû hişyariyên rêeveberiya NATO û Serok DYE’yê Donald Trûmp sîstema parastina hewayî ya S-400 kirî. Di mijara agahî girtina Rûsya ya wê li ser balafirên F-35 a DYE û welatên NATO’yê de , Tirkiye hişyar kiribû.