DYE li hemberî Rûsyayê dest bi pêkanînan kir: Wê 10 dîplomatan dersînor bike

DYE bi hinceta ku mudaxeleyî hilbijartina serokatiyê hatiye kirin û êrîşên sîber ên dubare dibin li hemberî Rûsyayê dest bi pêkanînan kir.

Hikumeta Joe Bîden diyar kir ku li dijî Rûsyayê ew ê pêkanîna malî bikin û 10 dîplomatên Rûs jî dersînor bikin.

Hate diyarkirin biryara pêkanînê li hemberî mudaxeleya li ser hilbijartina serokatiyê ya di sala 2020’an de û li hemberî êrîşên sîber e.

Li gorî biryarnameyê Wezareta Xezîneyê ya Emerîkan qedexe kiriye ku saziyên malî yên Emerîkan piştî 14’ê Hezîranê ji Rûsyayê yekser deynan bistîne. Wê li ser 6 şîrketên teknolojiyê yên Rûsyayê jî bi hinceta ku piştgirî dane xebatên sîber ên îstîxbaratê, pêkanîn were kirin.

Wezareta Xezîneyê li dijî 32 sazî sazî û kesan li ser navê hikumeta Rûsyayê xwestine bandorê li hilbijartina serokatiyê ya DYE bikin jî dest bi pêkanînan kir. DYE 8 kes û sazî jî kîr hedefa pêkanînan.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova diyar kir ku wê bersivekê bidin pêkanînên DYE’yê û sefîrê DYE yên li Moskovayê vexwend ‘hevdîtinê’. Zaharova diyar kir ku wê bersivê bidin van pêkanînan.