DYE hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê dadixîne 3 hezaran

Rêveberiya DYE’ê biryar da ku vê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê ji 5200’an daxîne 3 hezar leşkeran.

Şefê Fermandartiya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) General Kenneth McKenzie li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand: “DYE di zanebûna pêşveçûnên mezin ên hêzên Iraqê pêkanî de ye, her wiha di nava koordînasyon û şêwirmendiya bi hevkarên me ango hikumeta Iraq û hêzên Koalîsyonê de bûyîn, biryar daye ku vê di nava meha Îlonê hêza xwe ya leşkerî ya li Iraqê vê ji 5200 kesî daxîne 3000 kesan.”

Serokê DYE’ê Donald Trûmp derbarê kêmkirina hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê de tê payîn ku wê Çarşemê daxuyaniyekê bide.

Meha bihorî Trûmp di dema hevdîtinê ya bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Elkazimî de niyetê xwe yê vekêşandina hêzên leşkerî yên li Iraqê danîbû holê.

Hêzên DYE’ê ji dawiya sala 2011’an û heya niha ji Iraqê vekêşiyaye lê piştî çend salan di bin navê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê careke din hêz şandiye.