DYE hazir e ku hemû koçberan bi DNA'yê deq bike!

Rêveberiya DYE'yê li gel ku li dij rabûnan jî ragihand ew ê dest bi standina mînakên DNA'yê bike, mînakên DNA'yê yên koçberan  ku hatine girtin .

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Dewletên  Yekbûyî ya Emerîkayê hazir e ku dest bi sepandina standina mînakên DNA'yên wan koçberan bikin, ku li girtîgehên dersînor têne girtin.

Wezaretê li ser sepandinê ku gelek saziyên mafên mirovan bi tundî li dij radibin, got, xwe dispêre yasaya ku 2005'an hatiye derxistin. Yasaya navborî pêşbîniya wê dike ku zemîneke daneyan a bi asta federal were danîn, ku ev ev zemîna daneyan, profîla genetîk a girtiyên bi sûcên giran û koçberên girtî vedihewîne.

Lê hikûmeta Barack Obama ku di navbeyna 2009-2017'an de li ser kar bû, xwestibû ku koçber li derveyî vê zemîna daneyan were hiştin. Ji ber ku rêveberiya Obamayê ragihandibû ne pêkan e her sal testên DNA'yê yên bi sed hezaran koçber werin berhevkirin û veşartin.

Rêveberiya Donald Trûmp got bi geşedanên teknolojîk heq ji van dijwariyan derketine û Duşemê bi biryarnameyeke nû wê dawî li vê îstîsnaya derheqê koçberan bînin. Wezîrê Dadê Jeffrey Rosen got bi standina mînakên DNA'yê êdî têkoşîna dijî sûcên li DYE'yê wê hêsantir bibe.

Parêzerên mafê mirovan jî ku wê ne pêkan e be ku daneyên takekesî werin parastin û hişmendiya ku 'penaberan û sûcdaran têkelî hevkirin'ê bi tundî rexne dikin. Yek ji rêveberê komeleya bi nav û deng a welêt ACLU'yê Naureen Shah got, berhevkirina DNA'yan wê ewlehiyê xurt neke lê hişmendiya êrîşa li ser civakên biyanî bi xwe re bîne.

ACLU her wiha got siberojê hikûmet wê li ber deriyê wan jî bide û bi hinceta ku, 'hûn dikarin sûc bikin' DNA'yên wan jî bixwaze.