DYE. Divê Iraq serweriya xwe li pêşberî êrişên Îranê biparêze

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Pompeo ji Iraqê xwest ku 'serweriya xwe ya neteweyî' li pêşberî Îranê biparêze.

Piştî ku Generalê Îranê Qasim Silêmanî di 3'ê Çileyê de hate kuştin, li dijî baregehên Emerîkayê yên li Iraqê gelek êriş hatibûn kirin. Herî dawî roja Yekşemê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Bexdayê êrişeke bi roketan hatibû kirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo li ser mijarê daxuyaniyeke nû da. Pompeo piştî ku bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Abulmehdî re axivî daxuyanî da û anî ziman ku wan nerazîbûna xwe ya li dijî leşker û nûnertiyên DYE'yê anîne ziman.

Pompeo li ser Twîtterê peyamek weşand û ji hikumeta Iraqê xwest ku wezîfeyên xwe yên ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk ên li welatê wan pêk bîne. Pompeo ji Iraqê xwest ku serweriya xwe ya neteweyî li pêşberî êrişên Îranê biparêze.