DYE di berdêla alîkariyê de dixwaze dîrektorê WHO'yê îstifa bike
Komargerên li DYE'yê dixwazin, di berdêla alîkariya malî de ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, dîrektorê giştî yê rêxistinê îstifa bike.
Komargerên li DYE'yê dixwazin, di berdêla alîkariya malî de ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, dîrektorê giştî yê rêxistinê îstifa bike.
Serokê DYE'yê Donald Trûmp îdîa dike ku di mijara pêşîgirtina il şewba Covîd-19 de kêmasiya WHO heye. Trûmp piştgiriya aborî ya salane 110 milyon dolarî ya ji bo WHO'yê rawestandibû. Her wiha diyar kiribû ku wê berpirsylariya WHO'yê ya di belavbûna şewbê de bê lêkolîn.
DYE yek ji çar parên alîkariya ji dewletan li WHO'yê tê kirin dide. Endamên Kongreyê yên ji Partiya Komarger hewl dide zextê li saziyê bike. 17 Komargerên ji Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Nûneran nameyek ji Serok Donald Trûmp re şandin û îdîa kirin ku Dîrektroê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs 'neserketî' ye.
Di nameyê de hate îdîakirin ku Ghebreyesûs nikare krîza tenduristiyê ya heyî bi rê ve bibe û xwestin, bi berdêla îstifakirina Ghebreyesûs alîkariya madî dikare ji WHO'yê re bê dayin.
Budçeya sala 2018-2019'an a WHO'yê 4.4 milyar dolar bû û 1 milyar dolar ji vê budçeyê ji aliyê dewletan ve tê dayin. Lê belê para ku DYE'yê bi du salên dawî re nedaye 200 milyon dolar e. Beşeke girîng a budçeya WHO'yê jî ji aliyê weqfan, sektorên taybet û kesayetan ve tê dayin.