DYE, di bazirganiyê de her ku diçe kêm dike

Wezareta Bazirganiyê ya DYE’yê ragihand ku valahiya bazirganiyê di meha Nîsanê de zêde bûye.

Wezareta Bazirganiyê diyar kir ku valahiya bazirganiya DYE’yê di meha Nîsanê de bi taybetî ji ber di sektora erebe û madeyên xam de, bi bandora zêdebûna anîna ji der ve û kêmbûna şandinê, pir zêde bûye.

Li gorî lihevkirina ji aliyê Brîenfîng.comê ve hatiye weşandin, valahiya mal û xizmetê bi tevahiya cîhanê re li gorî meha çûyî ji sedî 23 zêde bûye û bûye 74,6 milyar dolar, lê dîsa jî kêmê wê rêjeyê ye ku dihat payîn. 

Şandina kelûpelan di meha Nîsanê de ji sedî 3,6 daket.

Ji ber bandora pîşesaziya erebeyan, madeyên xam, bi taybetî metal û pêkhateyên kîmyewî, derhanîna kelûpelan ji sedî 1,5 zêde bû.

DYE’yê bi valahiya bazirganiyê ya 17,3 mîlyar eûroyî bi Yekitiya Ewropayê re li heman meylê dewam dike. Ev valahiya bazirganiyê herî zêde li van her sê welatan e: Elmanya, Îrlanda û Îtalya.