DYE bi 'têkbirina aramiyê' Çînê sûcdar dike

DYE'yê li ser îdîayên ceribandina fuzeyan a Çînê li Derya Başûrê Çînê daxuyaniyek da û Çîn bi 'têkbirina aramiya herêmê' sûcdar kir.

Komara Gel a Çînê di 23'ê Tebaxê de li nêzî Komgiravên Paracel ên li Derya Başûrê Çînê dest bi tetbîqata leşkerî kiribû. Hatibû îdîakirin ku di dema tetbîqatê de ku wê heta sibe bidome, gelek fuze hatine ceribandin.

Lê belê ji ber ku ceribandina fuzeyan li nêzî Komgiravên Paracelê pêk hat bû sedema nîqaşê. Ji ber ku Vîetnam li ser vê herêmê doza mafê xwe dike û herêm zêdeyî 40 sal in di bin kontrola Çînê de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkay (DYE) jî îdîa dike, ku Çîn ji bo serweriya xwe ya li Derya Başûrê Çînê xurt bike herêmê hîn bêhtir mîlîtarîze dike.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) piştrast kir ku Çînê herî kêm 4 fuzeyên balîstîk li herêmê ceribandiye û îdîa kir ku ev yek aramiya li Derya Başûrê Çînê têk dibe.

Di daxuyaniya Pentagonê de hate ragihandin ku rêveberiya Pekînê berevajî soza xwe ya sala 2002'an tevdigere, ku tê de diyar kiribû ku wê nehêle têkoşîna serweriyê ya li herêmê veguhere şer.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayin ku tetbîqata leşkerî ya ku fuze jî lê tê ceribandin, wê aramiya li Derya Başûrê Çînê bêhtir têk bibe.

Li dijî xurtkirina hêza leşkerî ya Çînê, DYE bi keştiyên xwe li Derya Başûrê Çînê timî li dewriyeyê digree. Derya Başûrê Çînê ji ber çavkaniyên xwe yên dewlet bûye qadek û gelek welat doza mafê xwe li ser dike. Derya ji aliyê Komara Gel a Çînê, ji rêveberiyên xweser Hong Kong û Makao, her wiha Malezya, Taywan, Brûneî, Endonezya, Fîlîpîn û Sîngapûrê ve dorpêçkirî ye.