DYA’yê têkildarî Îdlîbê ji Tirkiyeyê re got: Wê encama wê giran be

Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Ratney, têkildarî Îdlîbê peyam da Tirkiyeyê.

Mîchael Ratney diyar kir ku heke Nûsra di şerê li Îdlîbê de bi ser bikeve wê rê li ber tedbîrên leşkerî vebe. DYA ji bo Îdlîbê gotibû ku “Ew der li ser sînorê Tirkiyeyê bûye cihê El Kaîdeyê.”

Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Mîchael Ratney, ji ser înternetê nameyek weşand.

Ratney diyar kir ku heke di şerê li Îdlîbê de Tahrîr el-Şam a girêdayî Eniya Nûsrayê bi ser bikeve wê ji bo dahatûya welat xetereyeke mezin çêbibe.

Ratney got ku, “Bakurê Sûriyeyê  ji tradejiyeke mezin re malovaniyê dike. Heke Eniya Nûsrayê li Îdlîbê bibe desthilatdar wê DYA nikaribe hêzên navneteweyî di warê mudaxelenekirina leşkerî de qanih bike.

Ratney diyar kir ku “ Divê her kes bizanibe ku berpirsê encamên giran ên li Îdlîbê Colanî (Serokê Heyet Tahrîr el Şam Ebû Mûhammed ) û çeteyên wî ne.”

Ratney diyar kir ku li Îdlîbê hemû çete parçeyekî El Kaîdeyê ne û ew navê xwe biguherînin jî wê di hedefa DYA’yê de bin.
Eniya Nûsrayê herî dawîn bi çeteyên din Heyet Tahrîr el-Şam ava kiribû.


TIRK HATIBÛN HIŞYARKIRIN

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett McGurk di rojên borî de di panelekê de diyar kiribû ku Tirkiye piştgiriyê dide El Kaîdeyê. McGurk gotibû “Li ser sînorê Tirkiyeyê El Kaîde bi cih bûye û em ê vê mijarê bi Tirkan re nîqaş bikin.” Mcgurk gotibû ku “Me çawa ku li hin herêmên DAIŞ’ê sînor girtibûn û me nehiştibû kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Îdlîbê jî bikin.”