DYA’yê piştgiriya xwe ya ji bo herêma Îdlibê vekişand

Li herêma li bakurê rojavayê Sûriyeyê de ya ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, DYA’yê biryara vekişandina alîkariyê da.

Rayedarekî Amerîka ku ji qenala CBS re axivî  ragihand ku DYA alîkariya bi mîlyonan dolar a ji bo herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê paşve vekişand.

Çavkaniyên me diyar kirin ku ev alîkarî bi taybet ji bo “li dijî şîddeta zêde, ji bo piştgirîdayîna civakeke xweser û medyayê, ji bo bihêzkirina perwedehiyê û teşwîqkirina polîsê derdor” dihate dayîn.

Rayedarekî Amerîka ku ji Reûtersê re axivî diyar kir ku Amerîka wê alîkariya mirovî êdî neşîne herêma Îdlibê.

Nûnerekî ji Wezareta Karê Derve jî ragihand ku ev alîkarî wê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyeyê were şandin.

Serokê DYA Donald Trûmp di daxuyaniya xwe ya meha Adarê de biryara rawestandina 200 mîlyon dolar alîkariya ji bo avakirina Sûriyeyê dabû.