DYA’yê konsolosê Venezuelayê kire kesê ku nayê xwestin

DYA’yê karguzarê Washîngotanê û konsolosê Houstonê yê Venezuelayê bi rengê ‘kesê ku nayê xwestin’ ragihand.

Berdevka Wezareta Karê Derve yê DYA’yê Heather Nauert ji bo ku karguzar û konsolosê Venezuelayê bi paş ve vegerîne daxuyaniyeke nivîskî da.

Nauert got ev biryar bi çarçoweya Peymana Vîennayê hatiye standin û got, ‘’Wezareta Karê Derve yê DYA’yê karguzarê Sefaretxaneya Venezuelayê û konsolosê Houstonê yê Venezuelayê bi rengê kesê ku nayê xwestin ragihand. Ji bo ku ev kes ji DYA’yê veqetin 48 saet dane wan.’’

VENEZUELAYÊ JI SEFÎRÊ DYA’YÊ XWESTIBÛ KU JI WELÊT VEKIŞE

Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi hinceta ku Robînson û alîkarê wî Brîan Naranjo li dijî hikûmeta Venezuelayê komplo kirine, 48 saet dane wan da ku welêt biterikînin.