DYA'yê Konferansa Bêçekbûnê boykot kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Konferansa Bêçekbûnê ku Sûriye serokatiyê jê re dike, boykot kir. DYA'yê ragihand ku wê organên nû yên konferansê jî boykot bike.

Sefîrê Sûriyeyê li Konferansa Bêçekbûnê ya Neteweyên Yekbûyî axivî û got, ew dixwazin nêzîkatiyeke çêker nîşan bidin. Lê belê gelek welat, bi taybetî DYA û Îngilîstan ev çend hefte ne nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, tiştekî pêbawerî û exlaqî nîne ku Sûriye organeke bêçekbûnê bi rê ve bibe. DYA Sûriyeyê sûcdar dike ku Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî binpê kiriye.

Sefîrê DYA'yê yê li konferansê Robert Wood dema ku hempîşeyê wî yê Sûriyeyî dest bi axaftinê kir, yekser ji salonê derket. Wood diyar kir ku wê civata giştî boykot nekin û got, ji bo hemû hewldanên Sûriyeyê yên zerarê bidin berjewendiyên Amerîkayê bloke bikin, wê tevlî civata giştî bibin. Wood got, "Ev serokatî normal nîne" û nerazîbûn nîşan da ku Sûriye serokatiyê ji konferansê re dike.

Welatên endam li gorî alfabeyê dibin serokê konferansê. Sûriye piştî Swîsreyê bû serokê konferansê. Endamên konferansê Adara derbasbûyî biryar dan ku pênc organên bi wesif ava bikin. Konferansa Bêçekbûnê li ser mijarên; bêçekbûna nukleerî, pêşîgirtina li şerê nukleerî, pêşîgirtina li mîlîtarîzekirina ezmên û garantiya bikarneanîna çekên nukleerî radiweste. Tê xwestin ku ji bo her yek ji van pirsgirêkan organeke nû bê avakirin. Organa pêncemîn jî wê li ser çekên bi cûreyên nû yên gefê li ewlekariya navneteweyî dixwin raweste.