DYA’yê ji Tirkiyê re got: Rewşa Awarte rake, girtiyan berde

DYA’yê bang li Tirkiyê kir ku Rewşa Awarte rake û dawî li binçavkirin û girtinên kêfî bîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Heather Nauert di brîfînga çapemeniyê ya rojane de got ew rewşa Serokê Desteya Rêveber ê Şûbeya Tirkiyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç û parêzerên dî yên mafê mirovan, nûçegihanan, lîderên civaka sivîl û polîtîkavanên muxalîf ji nêz ve dişopînin.

‘FIKARÊN GIRAN ÇÊDIKE’

Nauert got, ew pê pir reht in ku Kiliç ji 1’ê Sibatê ve binçavkirî ye û got, dozên bi rêveberiya Rewşa Awarte derbeke giran li azadiya derbirînê dane û  li ser daraza serbixwe û mîsogeriyên darizandina dadbend ên ku di Destûra Tirk de, fikarên giran çêkirine.

Berdevk Nauert got bi van sernavan bang li hikûmeta Tirk kirine: ‘’Dawîlêanîna Rewşa Awarte ya ku dirêj bûyî, berdana binçavkiriyên kêfî yên ji hêla rayedarên Rewşa Awarte ve û Tirkiye bi berpirsyariya navxwe û navnetewî re li hev be û rajorbûna hiqûqê biparêze..’’

Nauert got heke Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Rex Tîlllerson biçe Tirkiyê wê van fikaran weke her demê bîne rojevê.