DYA'yê dawiya dawî zarokên penaber dan malbatên wan

Zarokên koçberan ên qaçax ku çend hefte ne di rojeva Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye, dawiya dawî radestî malbatên wan hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya DYA'yê, zarokên kêmî 5 salî yên koçberan ku ji meha Gulanê heta 10'ê Tîrmehê li ser sînor hatin girtin û şandin girtîgehan, radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî vê yekê, biryara dadgeriyê bi cih hate anîn û hemû zarokên biçûk ên koçberan radestî malbatên wan hatin kirin. Lê belê ji ber ku malbatên 46 ji 103 zarokên kêmî 5 salî hatine dersînorkirin, hîn li navendên kontrolê yên Wezareta Tenduristiyê ya DYA ne.