DYA û Venezûela dîplomatên hev dersînor dikin

Têkiliyên navbera Venezûela û DYA piştî hilbijartina Serokkomariyê bêhtir nebaş bû. Her du wlat dîplomatên hev dersînor dikin.

Serokkomarê sosyalîst Nicolas Maduro di hilbijartinên dawiya hefteyê de ji nû ve hate hilbijartin. Nerazîbûna welatên rojavayî li vê yekê dewam dike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryareke nû ya li ser pêkanînan dabû.

Weke nerazîbûna li pêkanînan, hatibû ragihandin ku Serokkomarê Venezûelayê Maduro biryar daye ku du dîplomatên payebilind ên Amerîkî yên li Caracasê bên dersînorkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de hate gotin, biryara dersînorkirinê ji aliyê Venezûelayê ve bi rêyên dîplomatîk nehatiye ragihandin. Di daxuyaniyê d hate ragihandin ku eger biryara dersînorkirinê were piştrastkirin wê DYA jî tedbîrên li gorî vê yekê bigire.