DYA û Koreya Bakur li hev rûniştin

Hate gotin beriya ku Serokê DYA’ê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un hev bibînin, ku plana wê hatiye girêdan Hezîranê hev bibînin, hevdîtinên bi ‘asteke pir bilind’ çêbûye.

Rojnameya Washîngtonê got şefe CIA’yê û her wiha tê payin ku bibe Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeu 7-8’ê Nîsanê li Pyongyangê bi lîderê Koreya Bakure hevdîtinek kiriye.

Qesra Spî û CÎA’yê ev şîrove qebûl nekir. Serokê DYA’yê Trûmp jî li Florîdayê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Japonya Shînzo Abe got bi lîderê Koreya Bakur re hevdîtinên bi ‘asteke pir bilind’ çêbûne.

Trûmp ji bo hevdîtina bi lîderê Koreya Bakur re behsa 5 deveran kir û heke li gorî Trûmp her tişt di rêya xwe de be wê hevdîtin Hezîranê pêk were.

Trûmp li ser haziriyan jî bi xweşbînî axivî û got, ‘’Hurmeta wan ji me re heye û ya me jî ji wan re heye. Dem dema danûstandinê û çareserkirina probleman e.’’

Trûmp bi domdarî got, ‘’Ji bo çareserkirina problemeke global siûdek heye. Ev ne problema DYA, Japonya an jî welatekî dî ye, ev problema dinyayê ye.’’

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî Trûmp rasterast bi lîderê Koreya Bakur re ti têkilî nedaniye.

Devera ku tê gotin wê hevdîtin lê bibe gundê Panmunjom e. Ev gund di navbeyna Koreya Bakur û Başûr de ye û leşker tê de nîn in.

Trûmp her wiha got ew dilxwaz e ku di navbeyna Koreya Bakur û Başûr de hevdîtin bibin. Trûmp got, ‘’Ez dilxwazim ku şer bi dawî bibe. Mirov hê fêhm nakin ku şerê Koreyê bi dawî bûye.’’

Tê payin ku di navbeyna du lîderên Koreyê de 10 rojan wê civînek çêbibe. Hevdîtin 27’ê Nîsanê wê bibe, tê hêvîkirin ku peymaneke dî ya aştiyê deynin, ku bbikeve şûna peymana ku dawî li şerê 1950-53’an.