DYA pêkanînên nû li ser Venezûelayê sepand

Li dijî Venezûelayê ku bi hilbijartineke bi nîqaş Nicolas Maduro ji nû ve bû Serokkomar, DYA pêkanînên xwe giran kir.

Li Venezûelayê ev du sal bûn ku zexta hilbijartina pêşwext dihate kirin. Dawiya hefteyê hilbijaritna asayî hate kirin û Nicolas Maduro ji nû ve hate hilbijartin.

Ji ber banga boykotê ya mûxalefeta rastgir, bi giranî alîgirên Maduro tevlî dengdanê bû û rêjeya tevlîbûnê jî daket 46 ji sedî. Tevî vê yekê jî Maduro tenê 68 ji sedî yê dengan stand. Ev hilbijartin li qada navneteweyî nehate qebûlkirin.

Rêveberiya Washingtonê ku Nicolas Maduro "ne rewa dibîne", biryar da ku pêkanînên nû li ser Venezûelayê bisepîne. Serokê DYA Donald Trump di vê çarçoveyê de mohra xwe danî binê biryarnameyekê.