DYA pêkanînên li ser gelek kesên Venezûelayî erê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), pêkanînên li ser gelek kesên ji rêveberiya Venezûelayê erê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya DYA, pêkanînên li ser 8 kesên li Venezûelayê di asta berpirsyariyê de ne, hatine erêkirin.

Hat gotin, di nava kesên pêkanîn li ser wan hatine ferzkirin de Adan Coromoto Chavez Frîas jî heye, ku birayê Serokkomarê berê Hûgo Chavez e. Adan Coromoto Chavez Frîas wextekê Wezîrê Çandê bû.

Tê îdîakirin, ev kesên pêkanîn li ser wan hatine ferzkirin, di Meclîsa Damezrîner de roleke xwe ya girîng heye. Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê de hat ragihandin, tevî cemidandina hemû malên van kesan ên li DYA, her wiha li welatiyên DYA jî tê qedexekirin ku bazirganiyê bi van re bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, biryara pêkanîna 'heta ku li Venezûelayê demokrasiya aştiyane ji nû ve bikeve meriyetê' wê bidome. Wezaretê careke din dubare ku rêveberiya DYA li gel mûxalefet rastgir a li dijî Serokkomarê Venezûela Nîcolas Madûro ye.

Rêveberiya DYA herî dawî roja 31'ê Tîrmehê li hemberû Madûro biryara pêkanînê da bû.

Têkiliyên dîplomatîk ên navbera her du welatan, sala 2010'an piştî ku her du welatan nûnerên xwe yên dîplomatîk vekişandin, ketibû nava serdemeke nebaş. Ev têkilî di dawiya dema wezîfeyê ya Serokê berê yê DYA Barack Obama de hinekî baş bû. Lê ji ber bûyerên piştî krîza aboriyê ya li Venezûelayê bêhtir nebaş bû.