DYA operasyonên xwe yên deryayî ji bo demekê sekinand
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), piştî ku keştiyeke wan a leşkerî li Pasîfîkê qeza kir, hemû operasyonên xwe yên li deryayê ji bo demekê sekinand.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), piştî ku keştiyeke wan a leşkerî li Pasîfîkê qeza kir, hemû operasyonên xwe yên li deryayê ji bo demekê sekinand.
Destroyereke bi navê USS John S. McCaîn a Hêzên Deryayî yên DYA, li peravên Sîngapûrê li tankereke petrolê ket. Di qezayê de 10 deryavan winda bûn.
Fermandarê Hêzên Deryayî yên DYA John Rîchardson piştî qezayê daxuyaniyek da û ragihand, ku operasyonên wan ên deryayî yên li gelemperiya cîhanê hatine sekinandin. Rîcharson anî ziman, hemû fermandarên keştî û fîloyên di operasyon û çalakiyên li deryayê cih digirin, di mijara girtina tedbîrên ewlekariyê de wê civînekê li dar bixin.
Rîchardson anî ziman, piştî nirxandina tedbîrên navborî wê ji nû ve dest bi operasyonên xwe bikin.