DYA li hemberî Koreya Bakur dikeve nav hewldanan
DYA’yê ragihand ku ew ê ‘metodên leşkerî jî tê de, hemû vebijêrkên giran’ li hemberî Koreya Bakur bi kar bîne.
DYA’yê ragihand ku ew ê ‘metodên leşkerî jî tê de, hemû vebijêrkên giran’ li hemberî Koreya Bakur bi kar bîne.
Alîkarê Serokê DYA’yê Mîke Pence çû serdana Japonyayê û got ku ew ê li hemberî rêveberiya Koreya Bakur zext û polîtîkaya xwe girantir bikin.
Pence diyar kir, heta ku bernameya nukleer a Koreya Bakur ji binî ve bi dawî nebe ew ê zextên xwe girantir bikin.
Pence li ser pirsa îxtîmala operasyona leşkerî jî got ku, ‘Dibe ku pêk bê.’
Pence qala naveroka zextan nekir û diyar kir ku mutefîkê wan Koreya Başûr û Japonya jî ew ê di warê leşkerî de piştgiriyê bidin wan.
DYA xwestibû ku di nav zextan de kirîn û firotina petrolê jî hebe lê Çîn xwe nade ber vî tiştî. Çînê berê sînorkirina komirê ya ji vî welatî erê kiribû.