DYA ‘hêza fezayê’ ava dike, armanc serdestbûna li fezayê ye!

Alîkarê Serokê DYA’yê Mîke PenCe got ji bo serweriyê li fezayê jî bikin ew ê ‘hêza fezayê’ ava bikin.

Ev hêza ku bi daxwaza Serokê DYA’yê Donald Trûmp pêşbîniya wê tê kirin, wê bibe ‘baskê şeşan’ a artêşa Amerîkayê.

Li gel hêza Qewetên Bejahiyê (US Army), Hêza Deryayî (US Navy), Hêza Hewayî (US Aîr Force), Qolorduya Piyadeya Deryayê û baskên Ewlehiya Peravê wê bibe baskê şeaşn. Armanc  ew ku DYA ‘serdestî fezayê’ bibe.

Mîke Pence li ber leşkerên Pentagonê axivî û got, ‘’Dema wê hatiye ku em di dîroka hêzên me yên çedar de rûpelekî nû vekin, ji bo qada şerê nû em kar û bara xwe bikin.’’ Pence got, ‘’Dema wê ye ku Hêza Fezayê ya DYA’yê were avakirin.’’

Serokê DYA’yê Trûmp Gulanê axivîbû û gotibû, ‘’Ji bo parastina Amerîkayê hebûneke bi qelsî ya li fezayê têrê nake, divê em serwerî fezayê bin.’’