DYA: Heta ku Brûnson bê berdan wê pêkanîn bidomin

DYA'yê ku ji ber krîza girtina rahîb Brûnson li dijî du wezîrên AKP'yî biryara pêkanînê da, hişyarî da ku pêkanîn wê bidomin.

Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mîke Pence hişyarî da Recep Tayyîp Erdogan û got, eger rahîb Andrew Brûnson neyê berdan wê pêkanînên nû bên ferzkirin.

Pence got, "Hikumeta DYA'yê pêkanînên giran ên aboriyê li ser Tirkiyeyê ferz kir. Û hikumet (DYA), heta ku Serokkomar Erdogan û hikumeta Tirk rahîb Brûnson berde û ev mirovê bêguneh ê dînî vegere DYA'yê, wê pêkanînên xwe bidomîne."

Rêveberiya DYA'yê doh dabû xuyakirin ku wan der barê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul biryara pêkanînê dane. Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, Soylû û Gul ji binpêkirina giran a mafên mirovan berpirsyar in, lewma ketine ber pêkanînan.