DYA hê biryara xwe nedaye

Brîtanyayê careke din ragihand ku di mijara destwerdana li Sûriyeyê de wê bi DYA û Fransayê re tevbigere. DYA diyar kir ku wan hê biryara xwe nedane.

Qesra Spî daxuyaniyek da û diyar kir ku Serokê DYA Donald Trump ji bo destwerdana li Sûriyeyê hê biryar nedaye.

Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Sara Huckabee Sanders, piştî civîna Trump a bi rayedaran re ku Wezîrê Parastinê James Mattis jî di nav de bû daxuyaniyek da û anî ziman ku hê biryar nehatiye dayin. Sanders got, "Biryara dawî nehatiye dayin."

Sanders diyar kir, di mijara Sûriyeyê de hevdîtinên bi partner û hevalbendan re dewam dikin û got, Sanders dixwaze di dawiya rojê de bi lîderên Fransa û Brîtanyayê re biaxive.

Wekî din, bi navê Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May daxuyaniyek hate dayin û careke din hate gotin ku wê di mijara Sûriyeyê de bi DYA û Fransayê re tevbigere. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo pêşî li bikaranîna çeka kîmyewî ya li Sûriyeyê bê girtin, wê helbesta xwe bidomînin.

Ofîsa Serokwezaretiyê diyar kir, delîl hene ku nîşan didin rejîma Beşar Esad di şer de çeka kîmyewî bi kar aniye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêşî li bikaranîna çeka kîmyewî bê girtin, biryar hatiye dayin ku di destwerdaneke navneteweyî de Brîtanya li gel DYA û Fransayê bixebite.