DYA: Ger lihevkirin hebe wê Brûnson li vir bûya

Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Heather Naûert hinek îdîayên têkildarî çareserkirina pirsgirêka rahîb Andrew Brûnson  ku ji aliyê AKP’ê ve tê girtin, derewand.

Di çarçoveya polîtîkaya rehîngirtinê ya AKP’ê de, DYA’yê ji bo berdana rahîb Andrew Brûnson ku niha li Tirkiyeyê di malekê de girtiye, biryara pêkirinê ji bo 2 wezîrên Tirk girtibû. Piştî biryara DYA’yê li Tirkiyeyê lîreyê Tirk li beramberî dolar ji nirx ket, dolar bilind bû û hikûmeta Tirk 2 berpirsên xwe duh şand Wasahîngtonê.

Hinek organên çapemeniyê îdîakirîbûn ku pirsgirêk hatine çareserkirin, lê ev îdîa ji aliyê DYA’ê ve li derewê hate qelibandin.

Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Heather Naûert pirsên têkildarî mijarê bersivand û wiha got; “Nûçeyên têkildarî lihevkirina bi Tirkiyeyê re ez nabêjim rast e. Ger lihevkirinek hebûya wê rahîb Brûnson vegeriya mala xwe”.

Naûert pirsên têkildarî muzakeriyên bi Tirkiyeyê re jî bersivand û wiha got; “Armanca me ew e ku Brûnson û hemwelatiyên din yên DYA’yê vegerin welatê xwe. Lê niha em ne di wê qonaxê de ne.”