DYA dixwaze pêkanînên enerjiyê li ser Koreya Bakur bê ferzkirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku car carna destwerdana leşkerî ya li Koreya Bakur dixe rojevê, li şûna destwerdana leşkerî dixwaze giraniyê bidin ser pêkanînên aboriyê.

Di pêşnûmeya DYA de, ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ahte kirin, tê xwestin ku ji ber ceribandinên moşekên balîstîk û nukleerê, pêkanînên enerjiyê li ser Koreya Bakur bên ferzkirin.

Di pêşnûmeyê de, ku Fransa û Brîtanya piştgiriya wê dikin, her wiha tê xwestin ku mal û milkên lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn bên cemidandin.

Serokê DYA Donald Trûmp ragihand, ku tenê 'di rewşa herî xerab de' ew alîgir e ku destwerdana leşkerî li Koreya Bakur bê kirin. Trûmp got, destwerdana leşkerî 'alternatîfa destpêkê' nîne.

Rêveberiya Koreya Bakur herî dawî ragihandibû ku roja Yekşemê bombeyeke hîdrojenê ceribandiye. Tê texmînkirin, teqemeniya di bombeyê de hatiye ceribandin 160 kîloton e û ev yek ji bombeya atomê ya sala 1945'an li dijî Hîroşîma hate bikaranîn bi 10 qatan mezintir e.