DYA: Biryara girtina parêzvanên Erdogan mesajeke vekirî ye
Biryar hate dayin, 12 parêzvanên Erdogan ên li Washîngtonê êrîşî çalakgerên aştiyane kirin, bên girtin.
Biryar hate dayin, 12 parêzvanên Erdogan ên li Washîngtonê êrîşî çalakgerên aştiyane kirin, bên girtin.
Şefê polîsê Washîngtonê Peter Newsham diyar kir, wan polîs û parêzvanên Erdogan ji dîmen tespît kirine.
Parêzvanên tên sûcdarkirin, ku êvara 16'ê Gulanê êrîşî xwepêşandana aştiyane ya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Washîngtonê kirin.
Di dîmenê êrîşê de tê dîtin, piştî ku Erdogan bi parêzvanên xwe re daxive, parêzvanên wî êrîşî çalakgerên Kurd dikin.
Lewma ev rewş, weke tu Erdogan fermana êrîşê daye hate şîrovekirin.
Şefê polîsan Newsham piştî êrîşê daxuyaniyek da bû û gotibû, "Êrîşeke tund a li dijî çalakgerên aştiyane."
Newsham ragihand, der barê 12 kesan de biryara girtinê hatiye dayin û di daxuyaniya roja Pêncşemê de got, "Li gorî me, li DYA bi taybetî li Washîngtonê lidarxistina çalakiyeke aştiyane mafekî pîroz e."
Piştî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin û heta niha herî kêm 4 alîgirên Erdogan hatine girtin. 2 ji van li DYA, 2 jî li Kanadayê dimînin.
Herî dawî roja Çarşemê hatibû ragihandin ku Sînan Narîn ê li eyaleta Vîrgînîa dimîne û Eyup Yildirim ê li eyaleta New Jerseyê dimîne hatine girtin.
WEZARETA KARÊN DERVE YA DYA: EV YEK MESAJEKE VEKIRÎ YE
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Rex Tîllerson biryara girtina parêzvanên Erdogan nirxand û got, "Ev yek mesajeke vekirî ya DYA ye, ku destûr ji şîdet û çavtirsandina li hemberî azadiya fikir û îfadeya siyasî ya rewa, nayê dayin."
Tîllerson bi rêya berdevkê xwe Heather Naûert daxuyaniyek da û anî ziman, ew ê binirxînin bê tedbîrên zêdetir pêwîste yan na.
Naûert got, "Em ê binirxînin bê pêwîstî bi çi gavên din hene. Gavên me wê di asta bersivdayina sûcê hatiye kirin de be. Ji bo berpirsyarên vê şîdetê hesab bidin, em bi hêzên ewlekariyê re bixebitin."
Êrîşa roja 16'ê Gulanê li DYA rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. Senatorê Amerîkî John McCaîn xwestibû, sefîrê bilind ê Tirk bê dersînorkirin.