DYA balafirên bê mirov ên bi çek dişîne Koreya Başûr
Rêveberiya DYA, ku ji ber bernameya nukleerî li dijî Koreya Bakur daxuyaniyên tund dide, wê li Koreya Başûr balafirên şer ên bê mirov bi cih bike.
Rêveberiya DYA, ku ji ber bernameya nukleerî li dijî Koreya Bakur daxuyaniyên tund dide, wê li Koreya Başûr balafirên şer ên bê mirov bi cih bike.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, balafirên şer ên bê mirov ên bi cûreyê Gray Eagle MQ-1C, parçeyek ji bernameya 'zêdekirina kapasîteya balafirên bê mirov ên li tevahiya cîhanê' ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, DYA wê hemû yekîneyên xwe yên li Koreya Başûr bi balafirên bê mirov ên bi cûreyê Gray Eagle bi hêz bike.
Tê payîn ku balafirên bê mirov ên bi çek, di destpêka sala pêş de ji Koreya Başûr re werin şandin.