DYA baca li ser berhemên Çînê zêdetir dike
DYA ji 23’yê Tebaxê be wê baca li ser berhemên Çînê 25 ji 100’î zêdetir bike.
DYA ji 23’yê Tebaxê be wê baca li ser berhemên Çînê 25 ji 100’î zêdetir bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê ya DYA’yê wê baca li ser îthala Çînê, ku bi qasî 50 milyar dolarî ye, 25 ji 100’î bacê zêdetir bike.
Washîngton ji 6’ê Tîrmehê ve baca li ser 34 milyar dolarî ya îthalata Çînê zêde kiriye.
Ji niha û pê de berhemên zêdek ên bi birxê 16 milyar dolarî wê bibe hedef. Li gorî Wezareta Bazirganiyê bi tevahî li ser 279 berheman bac wê were zêdekirin.