Duyemîn keştiya petrolê ya Îranê gihişt Venezûelayê

Venezûela ya ku rezerva wê ya petrolê gelek e lê di warê sotemeniyê de di rewşeke dijwar de ye, duyemîn keştiya petrolê ya Îranê jî gihişt Venezûelayê.

Wezîrê Petrolê yê Venezûelayê Tareck El-Aîssamî diyar kir ku keştiya petrolê ya Îranê gihiştiye kompleksa rafîneriyê ya Paragûana ya li eyaleta Falconê. El-Aîssamî li ser hesabê twîtterê wêneyên keştiyê weşand.

Duyemîn duyemîn a Îranê roja Duşemê gihiştibû Venezûelayê. Li Paragûanayê ya ku yek ji kompleksa herî mezin a dinyayê ye, rojane 950 hezar varîl petrol tê derxistin lê hilberîna li vir li gorî welat ketiye.

Keştiya yekemîn a Îranê ya ku barê wê petrol bû roja Duşemê gihiştibû El Palîtoyê ya ku rafîneriyeke mezin lê heye.

Li gorî çavkaniyên leşkerî keştiyeke sêyemîn jî gihiştiye Venezûelayê. Tê payîn ku du keştiyên din jî di rojên pêş de bigihêjin Venezûelayê.

Li gorî medyaya Venezûelayê bi giştî 1,5 milyon varîl benzîn di keştiyan de heye.

Venezûela rezerva wê ya petrolê gelekî zêde be jî li gorî daneyên OPEP’ê rojane bi tenê 622 hezar varîl petrolê hildiberîne.

Serokwezîr Nîcolas Madûro diyar dike ku DYE sedema van zextan e. Rûxandina li welat bandoreke mezin li ser petrolê dike.

DYE zexteke giran li ser Îran û Venezûelayê dike. Di vê serdemê de di navbera Îran û DYE’yê de aloziyeke xurt hebû, keştiyên petrolê berê xwe dan Venezûelayê.