Dûmana şewata li Quebecê bandor li 100 milyon Emerîkiyan kir

Dûmana şewatên mezin ên li Kanadayê gihişt DYE’yê û bandor li ser 100 milyon kesî kir.

Piştî şewatên li herêmên Alberta û Îskoçyaya Nû ya Kanadayê vê carê li Quebecê agir bi daristanê ket. Tê diyarkirin ev şewateke gelekî giran e.

Saziya parastina daristanan a li dijî şewatê Sopfeu ragihand ku li 140 cihan şewat didome û li gelek cihan şewat ji kontrolê derketiye. Tê diyarkirin heta Duşema bê jî, ew ne li benda baranê ne.

Tê payîn ku ji bo tefandina şewatê alîkariyên navneteweyî jî werin. Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû got” Bi sedan îtfaiyevanên Emerîkayê gihiştine Kanadayê û gelekên din jî di rê de ne.”

Tê payîn ku nêzî 100 îtfaiyevan ji Fransayê werin herêmê.

Dûmana şewatê bandor li DYE’yê jî kir. Peykera Azadiyê ya li New Yorkê û avahiya bilind a li  Manhattanê di nav mijeke pirteqalî û qehweyî ma. Saziya Hewavaniya Sivîl a Emerîkayê (FAA) çûnûhatina hewayî kêm kir. Hinek balefir qet ranebûn.

Saziya Parastina Jîngehê (EPA) diyar kir ku hewaya nebaş a ji ber şewatên li Kanadayê, bandor li ser 100 milyon kesan kiriye.

Nîvî jê li Quebecê li Kanadayê 20 hezar kes hatine tehliyekirin.