Doza beriya 32 salan a li ser kuştina penaberekî bi dawî dibe

Lêpirsîna li ser bûyera qetilkirina penaberekî beriya 32 salan a li Saarloûîs a Elmanyayê bi dawî dibe. Lêpirsîn ji bo qurbaniyên bûyerên şewitandinê yên salên 1990'î dikare bibe mînak.

Samûel Yeboah ê 27 salî di sala 1991'ê de weke penaberekî hatibû Elmanyayê, lê belê li bajarokê Saarloûîs ê li başûrrojavayê welêt di bûyereke şewitandinê de jiyana xwe ji dest dabû. Dadgeh wê biryara xwe ya li ser bûyera kuştinê ya beriya 32 salan di meha Cotmehê de bide.

Li Elmanyayê ku di mijara kuştinê de hukmê dembihurînê derbas nabe, lêpirsîna li ser bûyereke kuştinê ya beriya 32 salan li ber bidawîbûnê ye. Dadgeha Herêmê ya Bilind a Koblenzê di Mijdara 2022'an de dosya ji nû vekir û wê di mijara dozê de biryara xwe di meha Cotmehê de bide.

Di 19'ê Îlona 1991'ê de êrîşkarekî yan jî çend êrîşkaran benzîn rijandibûn ser pêliyên ji text ên navenda bicihbûnê ya penaberan û agir berda bûn. Şewat belav bû û di encamê de jî Samûel Kofî Yeboah ê 27 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Lêpirsîna piştî şewatê di sala 1992'an de ji ber peydanekirina gumanbarekî hatibû giritn.

Di sala 2007'an de kesê bi navê Peter S. di partiyeke xwarinê de gotibû, "Ew ez bûm û nekarîn min bigirin". Li ser vê yekê lêpirsînê ji nû ve destpê kir. Kesekî ku şahidî ji mikurhatinên Peter S. re kir, dema ku bihîst di bûyerê de Yeboah mir, yekser serî li polîsan da.

Peter S. ku tê gotin di nava rastgirên tund ên li bajêr de ye û du kesên guman heye ku di bûyerê de alîkarî pê re kirine ji meha Hezîranê û vir ve girtî ne.

Peter S. li dadgehê destpêkê sûcdarî red kir. Lê belê piştî ku polîsê Elman wêneyekî wî yê bi unîformaya SS dîtin, Peter S. ê tirsiya ku bê mehkûmkirin, ji koma rastgiriya tund navê kesekî din da.

Dadgeh wê Cotmehê biryara xwe ya têkildarî sê bersûcan eşkere bike. Biryar ji bo qurbaniyên bi dehan bûyerên şewitandinê dikare bibe mînak ku bûyerên di salên 1990'î de qewimîn bi xurtî nehatin lêpirsîn.