Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Dîwana Edaletê ya Ewropayê cezayê pere li Polonyayê birî

Di mijara nelihevkirina reforma dadgeriyê de ya li Polonyayê, Dîwana Edaletê ya Ewropayê cezayê pere yê milyonek euro ji bo rojekê birî. Hikumeta Varşovayê jî bi hêrs ev biryar red kir.

Polonya bi mehan e li dijî Yekîtiya Ewropayê têdikoşe û naxwaze biryarên li Brukselê têne dayin bi cih bîne.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê (ECJ) li ser vê yekê kete nava liv û tevgerê û bi wergirtina biryareke tund cezayê pereyan ê ji bo rojekê milyonek euro li Polonyayê birî.

Li gorî daxuyaniya ku doh hate kirin, sedema vê biryarê ew e ku dadgeha herî bilind a vî welatî biryarên li ser reforma dadgeriyê yên heta niha bi cih neaniye.

Hikumeta Polonyayê jî biryar weke 'şantajê' pênase kir. Alîkarê Wezîrê Edaletê Sebastian Kalta li ser Twitterê peyamek da û got, "AAD destûra bingehîn a Polonyayê û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bi temamî biçûk dike û ji nedîtî ve tê. Dadgeh di erkên xwe de zêdegaviyê dike. Ev yek qonaxeke pêş a poerasyona ji bo rakirina bandora hikumeta Polonyayê ye. Ev şantajeke."