Dîwana Edaletê ji Myanmarê xwest: Pêşî li qirkirinê bigirin

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî qirkirina Rohîngyayiyan ku di sala 2017'an de bi giranî welatê xwe terikandin, ji Myanmarê xwest ku tedbîran werbigire.

Dadgerên ICJ'ê doza ku bi daxwaza Gambiya ku welatekî Efrîkayê ye hate vekirin, li Laheyê nirxandin. Di encamê de hikum da ku hikumeta Myanmarê "Bi wergirtina hemû tedbîran" pêşî li qirkirina hindikahiyên Rohîngyayê bigire.

Di biryarê de hate bibîrxistin ku ji ber operasyonên artêşa Myanmarê yên ji Tebaxa 2017'an û pê ve, 740 hezar Rohîngyayiyên neçar man xaka xwe biterikînin xwe li Bangladeşê girtin û bang kir ku yên li welatê xwe mane bên parastin.

Serokê dadgehê Abdulqawî Ahmed Yûsûf destnîşan kir ku hikumet, li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîgirtina li qirkirinê divê tedbîrên pêwîst werbigire.

Dadgeran her wiha bal kişand ser rewşa Rohîngyayiyên beşek ji wan hatin qirkirin û qetilkirin û destnîşan kirin ku Rohîngyayiyî di rewşeke zehmet de ne.

Wezareta Karên Derve ya Myanmarê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û li dijî biryara ICJ ku asta herî bilind a dadgeriyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, îdîa kir ku li eyaleta Rakhîneyê li dijî Rohîngyayiyan sûcê qirkirinê nehatiye kirin. Wezaretê îdîa kir ku bûyerên di Tebaxa 2017'an de bûn sedema koçberbûna bi sed hezaran kesî hatine 'nepixandin'.

Tevî 57 welatên Rêxistina Hevkariyê ya Îslamê her wiha Kanada û Hollandayê jî piştgirî dabûn doza ku Gambiyayê li ICJ'ê vekir.

Biryarên ICJ'ê diyarker in û nikarin bên temyîzkirin. Lê belê amûreke pêkanînê ya ku biryarên ICJ'ê pêk bîne nîne.