Alexander got germahiya hewayê ya ku di ser Spanyayê re hatî Ewropaya Navîn û Bakur heta vê heftiya were jî wê bidome û diyar kir problema sereke kêmbûna baranê ye.
Alexander got germahî ji Nîsan û Gulanê ve dest pê kiriye, ji destpêka pîvandina meteorolîk û vir ve mehên herî germ ên Nîsan û Gulanê hatine dîtin. Alexander got Hezîrana bihurî jî yek ji wan Hezîrana herî germ bûye.
GERMAHÎ VÊ HEFTIYA WERE JÎ WE BIDOME
Bjorn Alexander got meha Tîrmehê li Elmanya germahî bi giştî 3 pîleyî zêde bûye. Alexander diyar kir ji bilî Çile asta baranê ya asayî ti mehên dî nayê dîtin. Alexander her wiha got mirov dikare germahiya îsal bide ber wan germahiyên berê yên li welatên Ewropa ku bûne sedema bi hezaran mirovî. Alexander her wiha got ev germahiya zêde dibe ku heta nîvê vê heftiya were jî bidome.
Li gorî texmînên pisporan germahî wê di navbeyna 40-45 pîleyî de bin û di ser Spanyayê re wê xwe bigihîne Fransayê û wir jî di ser Elmanyaya Başûr û welatên Bakurê Ewropayê re biçe.
HAVÎNÊN WIHA ÇÊBÛN KU BI MEŞÊ ÇEM DERBAS KIRIN
Alexander got li Ewropayê berê havînên hê germtir jî çêbûne, got salên 1947, 1959, 1975, 1982 Û 1983’an li Ewropaya navîn havînên pir germ çêbûne û behsa havîna 1540’î kir. Alexander got, ‘’Saleke gelekî ziwa û germ bûye sala 1540’î. Wê salê hema hema salekê li Ewropaya Navîn baran nehat. Şahidên serdemê gotine bi meşê di çemên mezin Elbe, Ren û Seîne ya Fransayê re çûne.’’