Dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîrî hate girtin

Dîktatorê hilweşiyayî Omer El Beşîrî ku piştî 30 salan bi tevgera gel hatî hilweşandin, hate girtin.

Xizmekî dîktatorê hilweşiyayî ji AFP’ê re axivî û got, Omer El Beşîr şeve dî birin girtîgeha Koberê ya li paytext Xartûmê.

Rejîma Omer El Beşîr piştî çalakiyên protestoyê yên bi mehan 11’ê Nîsanê ketibû. Heman rojê leşkeran dest li ser rêveberiyê danîbûn, ji bo ku pêvajoya bihurînekê ya 2 salan konseyeke leşkerî hatibû avakirin.

Rayedarên payebilind ên nêzî Beşîr jî ji peywirê hatin girtin. Konseya Leşkerî her wiha midûr anîne ser saziya radyo û televizyonê ya dewletê. Van çend rojên dawî, zimanê çapemeniya dewletê guherî, cih da fikren çalakgeran û muxalefetên dijî hikûmetê.

Duşemê du navên girîng ên muxalefetê Hîşam Muhammed Elî Wad Kolba û Muhammed Hesen El Bûşî hatin berdan û derketin ber ekranên televizyonan.

Çalakiyên li ber bargeha leşkeri ya Sûdanê didomin. Çalakger dixwazin rêveberî dewrî rêveberiyeke sivîl were kirin.