Forûma Penaberan a Gerdûnî ya 1'emîn bi pêşengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Navenda Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê dest pê kir. Di forûmê de tevî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî nûnerên 120 dewletên Neteweyên Yekbûyî tevlî bûn. Di forûmê de wê krîza penaberan a li dinyayê bê nîqaşkirin û rêyên 'çareseriyê' bên nirxandin.
Forûm wê du rojan dewam bike. Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Îgnazîo Cassîs û Komîserê UNHRC'ê Fîlîppo Grandî di destpêka forûmê de axivîn. Her du qisekeran bal kişandin ser krîza penaberan a li tevahiya dinyayê û destnîşan kirin ku divê çareserî jê re bê peydakirin.
SEKRETERÊ GIŞTÎ BANG KIR: BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERIN
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres li forûmê axivî û kêfxweşiya xwe ji ber pêkanîna forûmê anî ziman.
Gûterres ragihand ku krîza penaberiyê û guhertina avhewayê ji pirsgirêkên herî giran ên dinyayê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku li pêşberî van pirsgirêkên bingehîn bi berpirsyarî tevbigere. Gûterres got, "Li gorî UNHRC'ê li tevahiya dinyayê 70 milyon mirov niha ji cih û warê xwe bûn û 25 milyon ji wan jî mirovên penaber in."
Piştre Serokdewletê Kosta Rîca Carlos Alvarado Qûesada, Serokdewletê Pakistanê Îmran Khan, Serokdewletê Etiyopyayê Demekke Mekonnen, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas û Serokkomarê Tirk Erdogan axivîn.
HEWESÊN DÎKTATOR
Nûnerên Pakistan, Etiyopya, Elmanya û Kosta Rîca bal kişandin ser krîzên penaberan ên dema dawî û projeyên çareseriyê destnîşan kirin. Serokkomarê Tirk Erdogan jî li forûmê êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast.
Erdogan îdîa kir ku Tirkiye li tevahiya dinyayê ew welate ku herî zêde malovaniyê ji penaberan re dike û bêyî dîtina rastiya heyî îdîa kir ku hemû pêwîstiyên penaberên Sûriyeyî tên pêşkêşkirin. Erdogan îdîa kir ku Ewropa û Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de piştgiriya wan nakin.
DAGIRKERÎ PARAST Û PIŞTGIRÎ XWEST
Erdogan ku bi dehan komkujiyên dewleta Tirk li Sûriyeyê kir ji nedîtî ve hat, ji komkujî û kuştinên li Sûriyeyê dewletên rojavayî berpirsyar nîşan da.
Erdogan êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got, "Bi tevgerên Firat Kalkani, Zeytîn Dali û Bariş Pinari me qadek ji 8 hezar 200 km'yî 'ewle' kir." Erdogan hîn bêhtir pê de çû û ji bo dagirkeriya xwe piştgirî xwest.
ÇAV BERDA PETROLÊ
Erdogan xwest petrola di kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye radestî Tirkiyeyê bê kirin û got, "Werin em petrola ji van bîrên herêmê tê derxistin bi hev re derxînin. Em penaberan li herêmên 'me rizgar kirin' bi cih bikin û hatineya ji petrolê jî ji wan bi kar bînin."
Erdogan ku bi sûcên şer û dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê sûcdarkirin, her wiha îdîa kir ku herêmên dagir kiriye 'herêma herî ewle' ya Sûriyeyê ye.
Li van herêmên ku 'ewle' pênase dike bi rengekî rêk û pêk talan, kuştina mirovan, êşkence, girtin û koçberiya bi zorê tê kirin. Ev rewş ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî bi raporan hate destnîşankirin.
ERDOGAN TÊ ŞERMEZARKIRIN
Li Forûma Penaberan a Gerdûnî ya 1'emîn axaftin dewam dikin. Her wiha li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bi sedan Kurd li hev kom bûn û Erdogan şermezar dikin.