Dibe ku Wezîrê Karên Hundir ê Elman bi vîrûsa Korona ketibe

Wezîrê Karên Hundir ê Elman Horst Seehofer ku hefteya derbasbûyî tevlî civîna wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê bû, bi gumana ku bi vîrûsa Korona ketiye li mala xwe kete karantînayê.

Li Elmanyayê hejmara mirovên bi vîrûsa Korona ketine 1200 derbas kir. Doh yekemcar ji ber vîrûsê kesekê jiyana xwe ji dest da. Fikar hene ku Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer bi vîrûsê ketibe.

Seehofer hefteya derbasbûyî tevlî civîna wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê bû. Hate ragihandin ku Seehofer bi rayedarekî ku beriya niha têkilî bi kesekî bi vîrûsê ketibû daniye, li heman cihî bû.

Di serî de Seehofer testa li ser rayedarên heyeta Elman ên tevlî civînê bûn hemû negatîf derket. Lê belê berdevkê Wezareta Karên Hundir a Elman Steve Alter li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku Seehofer ji bo tedbîrê li mala xwe di karantînayê de ye.

Seehofer ê 70 salî ji ber vê yekê bernameya xwe ya li paytext Berlînê hemû betal kir. Berdevl Alter anî ziman, Wezîrê Karên Hundir wê tevahiya hefteyê li mala xwe ya li bajarê Îngolstadt ê li eyaleta Bavyerayê bimîne.