Dibe ku DYE perwerdekirina pîlotên Tirk bisekinîne

Hate ragihandin ku piştî Tirkiyeyê hewl da pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê bistîne, DYE wê Bi çarçoveya projeya balafirên şer ên F-35’ê de perwerdekirina pîlotên Tirk bisekinîne. 

Reûtersê di nûçeyeke xwe de ya ku nexwest çavkaniya wê diyar bike, anî ziman ku Pentagon dike ku perweredekirina pîlotên Tirk bisekinîne. 

Tê diyarkirin ku niha pîlot li balafirgeha Lûke ya li Arîzonayê perwerdehiyê dibînin û heta biryarek di vê mijarê de bê dayîn ne zelal e ka wê pîlot li baregehê bimînin, an welêt biterikînin.

Rêberiya DYE’yê di daxuyaniya xwe ya di 23 Gulanê de diyar kiribû, heke Tirkiye pergala S-400 bistîne wê “encamên wê yên gelek negatîf” çêbibin û Tirkiye hişyar kiribû.

Alîkarê Wezareta Derve ya Tirk Selim Kiran jî diyar kiriribû ku di vê mijarê de daxwazeyek fermî ji wan nehatiye kirin.