Di xwepêşandanên li dijî NY’yê yên li Komara Demokratîk a Kongoya de 36 kes mirin

Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku, di dema xwepêşandanên li dijî mîsyona NY’yê yên li gelek bajarên li rojhilatê welêt de, 32 xwepêşander û 4 ‘kumşîn’ an jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya AFP’ê, ev dane, daneyên bîlançoyek a komîsyoneka taybet a hikûmetê ne.

Li gorî bîlançoyê 32 xwepêşander û 4 ‘kumşîn’ ên girêdayê hêza aştiyê ya NY di nav hefteyekê de jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê hikûmetê Patrick, da zanîn ku li Gomayê 13 kes, li Btemboyê 4 jê kumşîn 13 kes, li Ûvîrayê 4 kes, li Kanyabaongayê 3 kes û li Kasîndiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dî bîlançoya beriya vê de hat diyarkirin ku 19 kesan jiyana xwe ji dest daye. Berdevk Myara derbirî ku nêzê 170 kes jî birîndar bûne û anî ziman ku bi van bûyerên cidî û kirêt ên li qereqola li ser sînor ê Kasîndiyê ya (bi Ûgandayê re sînor e) serweriya Komara Demokratîk a Kongoyê hatiye binpêkirin.

Berdevkê hêzên çekdar ên li Beniyê Antony Mualushayi, bi lêv kir ku kumşînên Tanzanyayî yên ji Ûgandayê ji destûrê vegeriyan bêyî rakirina bariyeran û beriya derbaskirina ji sînoran gule berdane.

Hat diyarkirin ku ji ber berdana guleyan a kumşînan du kesan jiyana xwe ji dest daye, 15 kes birîndar bûne. Hat zanîn ku ji birîndaran yek jê jiyana xwe ji dest daye. Xwepêşanderên kumşînan ji vê bûyerê berpirs dibînin, tesîsên NY’yê yên li Goma û Bûtemboyê ji xwe re kirine hedef.

Erkdarên Ûgandayî dibêjin ku vekişîna ji herêmê ya Tevgera 23’yê Adarê (M23) ya bi piştgiriya Rûandayê, şertê pêwîst ê kêmkirina rageşiyê ye.