Li xwepêşandana Bexda xwîn rijiya: 60 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN

Di xwepêşandana algirên Sadir û hêzên ewlekariyê de alozî derket, 60 kes birîndar bûn.

Alîgirên Sadir ên îro li Qada Tehrîr kom bûn, piştî bendên beton derbas kirin, xwestin biçin Herêma Kesk.

Di xwepêşandanê de di navbera alîgirên Sadir û hêzên ewlekariyê de alozî derket.

Li gorî daneyên hatinî parvekirin heta niha di aloziyan de 60 xwepêşander birînar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê daxuyaniyek da û ragihand 60 xwepêşander birîndar bûne û li 3 nexweşxaneyan tê dermankirin.

Wezaretê destnîşan kir ku li Nexwexaneya El Karama nêzî 25 birîndarên sivik û navîn hene. Li Nexweşxaneya Yermûkê jî 27 birîndar û 8 birîndarên ku birîna wan giran jî li Nexwexaneya Şex Ziyad tên dermankirin.