'Di têkbirina DAÎŞ'ê de rola Abdullah Ocalan girîng e'

Hîndekarê Zanîngeha El Ezherê Şêx Ehmed Turkî destnîşan kir ku di têkbirina DAÎŞ'ê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e.

ŞÊX EHMED TURKÎ

Ji Akademiya El Ezher Şêx Ehmed Turkî got, pêwîstiya gelê Ereb bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan heye ku xwedî teoriyên exlaqî, siyasî ye û fedakaran e. Şêx Ehmed Turkî bal kişand ser rola Ocalan a di têkbirina DAÎŞ'ê de.

Şêx Ehmed Turkî beşdarî sempozyûma li Pirtûkxaneya El Beladê bû û pirtûka xwe ya nû Dar El-Mehrûsa îmze kir.

Ehmed Turkî balk işand ser rola Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkbirina DAÎŞ'ê de û got, "Berxwedana ku gelê Kurd li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê kir, komên terorîst têk bir. DAÎŞ'ê gelek jinên Kurd dîl girt, ji ber vê yekê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikar li ser jinûve geşbûna DAÎŞ'ê heye. Ji ber komkujiyên DAÎŞ'ê bi taybetî pêwîstiya jinên Êzidî bi tedawiyê heye, ji ber ku li cîhana Ereb û Îslamê bi hezaran kes hene ku veguherîne bombeyên zindî. Pêwîstiya miletê Ereb û Îslamê bi lîderekî mîna Abdullah ocalan fedakar, xwedî fikir, teoriyên exlaqî û siyasî heye. Di pirtûkên Birêz Ocalan de girîngiya jiyana bi hev re ya gelê Kurd, gelên herêmê û pêkanîna aştî û aramiyê ya di demên zehmet de tê destnîşankirin."