Di şerê Ukraynayê de geşedanên dawî
Rûsya ya ku 24'ê Sibatê li dijî Ukraynayê şer dayî destpêkirin, agirbest ragihand.
Rûsya ya ku 24'ê Sibatê li dijî Ukraynayê şer dayî destpêkirin, agirbest ragihand.
Rûsyayê ji bo ku bi rêya korîdorî mirovî sivîl derkevin, li gelek bajarên Ukraynayê agirbest ragihand.
Biryara agirbestê piştî danûstandinên cara sêyan a navbeyna Ukrayna-Rûsyayê hate ragihandin.
Vê navbeynê Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky artêşa Rûs sûcdar kir, bi sedema ku derxistina mirovana bi rêya korîda mirovî asteng dike.
Li gorî rayedarên Ukraynî şeva duşemê bajarê Sumî yê li bakurêrojhilêt hate bombekirin. Hate ragihand bik kêmanî 10 kes hatine kuştin û ziyan hatye ser gelek malan. Korîdora mirovî li bajarê Sumiyê.
Li Makarîvê ku 50 km li rojavayê Kîevê dimîne bi kêmanî 13 kes mirin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji şer û wir ve 1,78 milyon mirov ji Ukrayna reviyane. NY'yê got dibe ku di nav çend rojan de hijmara penaberan ji 2 milyonan zêdetir bibe.
Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) Kîev sûcdar kir bi sedema ku nahêle sivîl ji Kîevê derkevin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Binesaziyê ya Ukraynayê ziyana ku Rûsyayê dayî pergala gihaştinê ya Ukraynayê bi qasî 10 milyar dolarî ye.
Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî ragihand yekîneyên topavêj ên Rûs, li Harkîvê ziyaneke mezin dane tesîsa lêkolînê ya nukleer.
Li gorî Pentagonê Rûsyayê 150 hezar leşkerên ku li ser sînor bi cih kiribû, hema hema bi hemû şandine Ukraynayê.
Pentagonê bi sedema xurkirina ewlehiya NATO'yê 500 leşkerê dî şande Ewropayê.
Rûsyayê got heke dewletên Rojavayî ambargoyê li ser petrol û gaza Rûsyayê deynin encamên wê, wê giran bin.
Yekîtiya Ewropayê prosedûra lêkolînê ya daxwaza endamtiyê ya Ukrayna, Gurcîstan, Moldova da destpêkirin.