Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Di şerê Ûkraynayê de 'leşkerên biyanî' ketin dewrê

Hate ragihandin, ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de herdu aliyan hêzên biyanî xistine dewrê.

Şerê ku Rûsyayê di 24'ê Sibatê de li hemberî Ûkraynayê da destpêkirin, dewam dike.

Tê gotin, herdu aliyan 'leşkerên biyanî' xistine dewrê.

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Emerîkî, Rûsyayê rojên dawî 'şervan' ji Sûriyeyê derbasî herêmê kiriye ji bo bajaran bi dest bixe.

Rûsya ji sala 2015'an û vir ve yekser tevlî şerê li Sûriyeyê bû û li gel hikumeta Beşar El Esad cih girt.

Rayedarekî Emerîkî îdîa kir ku hin ji şervanên Sûriyeyî gihîştine Rûsyayê û xwe amade kirine ku tevlî şerê li Ûkraynayê bibin. Çavkanî wekî din agahî neda.

Li herdu eniyên Ûkraynayê şervanên biyanî hene. Serhildêrê berê yê Çeçenistanê Ramazan Kadîrov ku bûye hevalbendê Kremlînê, dîmenê şervanên Çeçen ên çûne Ûkraynayê parve kir û diyar kir ku hin ji wan di şer de hatin kuştin.

Li aliyê din ê şer jî, bi deh hezaran kes li gel hikumeta Ûkraynayê tevlî şer bûne. Medya rojavayî van jî weke 'şervanên dilxwaz' nîşan dide. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kûbela diyar kir ku bi deh hezaran 'dilxwaz' ji derve hatine.

Di roja 12'an a şer de bombardûman û şerê li qadê dewam dike. Paytext Kîev û duyemîn bajarê herî mezin ê welêt Harkîv hîn jî di bin kontrola hêzên Ûkraynayê de ne.

Rûsyayê bajarê stratejîk ê bendergehê Herson bi dest xist. Li tevahiya welêt bombardûmana li ser bajaran zêde bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer û vir ve zêdeyî 1.5 milyon kes reviyan welatên cîran.