Di serdana Macron a Beyrutê de dirûşmeyên ‘şoreş’ berz kirin

Di dema Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron a piştî teqîna li Lubnanê serdana Beyrutê kirî de, gel dirûşmeyên “şoreş” berz kirin.

Serokkomarê Fransayê Macron serdana taxeke ya ku ji teqîna roja Sêşemê ziyan lê bûyî kir. Di teqînê de herî kêm 137 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 5 hezar kesan zêdetir birîndar bûn û 300 hezar kes jî bê mal man.

Di serdanê de Lubnaniyan Serokkomar Mîchel Aoun protesto kirin û alîkarî ji Fransayê xwestin ku rayedarên Lubanîn ji desthilatiyê bikevin.

Girseya bi hêrs li ser hev dirûşmeyên, “Alîkariya me bikin! Şoreş!” û “Gel dixwaze rejîm bikeve” berz kirin.

Macron got: “Ez dixwazim hevkariyek a Ewropa û hîn berfirehtir jî hevkariya navnetewî organîze bikim.”

Macron hişyarî da ku krîzek giran a aborî û siyasî li Lubnanê xistiye, ev neyê reform kirin wê rewş hîn girantir bibe.

Macron got: “Karê sereke yê îro alîkarî dayîna gel a bê şert û merc bû. Ger ku referom neyê kirin, wê Lubnan hîn bikeve.”

Serokê çep ê Fransî Jean-Luc Melenchon jî serdana Macron rexne kir û got:“Ez li ser mijara mûdaxeleya muhtemel a jiyana siyasî ya li Lubnanê rexne dikim. Ev nayê qebûl kirin. Lubnan ne parêzehek a Fransayê ye (…) ez Lubnaniyan li ser mijara reformên Macron rexne dikim: daxwazên şoreşên welatiyan biparêzin.