Di sala 2022’yan de 27 milyon zarok ji ber lehî û ziwabûnê birçî man

Rêxistina sivîl Save the Children ragihand ku di sala 2022’an de li 12 welatên ku herî zêde ji ber guherîna avhewayê û bûyerên avhewayê bêparastin bûn, zêdetirî 27 milyon zarok birçî man.

Li gorî rapora ku saziya alîkariyê ya Îngilîstanê beriya Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 28) ku roja Pêncşemê li Dubayê dest pê kir, hat weşandin, hejmara zarokên ku di sala 2022'an de birçî mane li gorî sala 2021'an ji sedî 135 zêde bûye.

Li gorî van daneyan, li 12 welatan 57 milyon mirovên ku di sala 2022'an de ji ber ziwabûn, lehiyan û bûyerên din ên hewayê yên giran bi krîza zexîreyan re rû bi rû man, nîvî jê zarok in.

Li gorî Save the Children, di nav 12 welatan de 27 milyon zarokên ku bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne nîvî jê li Etiyopya û Somalî ne.

Rêvebira Save the Children Inger Ashing ev hişyrî kir: "Her ku bûyerên hewayê yên girêdayî avhewayê pirtir û tundtir dibin, em ê bibînin ku bandora wan li ser jiyana zarokan dijwatir bibe."

Save the Children texmîn dike ku li seranserê cîhanê ji her 3 zarokan yek jê (774 milyon) bi dijwarî bi bûyerên hewayê re rû bi rû dimînin û xîzan in.