Di sala 2016'an de li Iraqê 7 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dane
Li Iraqê ji sala 2008'an û vir ve di şer û êrîşên qewimî de 54 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di sala 2016'an de jî 6 hezar û 878 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li Iraqê ji sala 2008'an û vir ve di şer û êrîşên qewimî de 54 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di sala 2016'an de jî 6 hezar û 878 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNAMI), di nava sala 2016'an de 6 hezar û 878 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 hezar û 388 kes jî birîndar bûne. Lê ev hêjmar li Wîlayeta El Anbarê bûyerên ku li meha Gulan, Tîrmeh, Tebax û Kanûnê ya sala 2016'an qewimîne li ser nehatiye zêdekirin.
Di sala 2008-2016'an de bi giştî 54 hezar sivîl di şer û êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, di sala 2014'an de ev hêjmar li ser 12 hezaran re bû. Li gorî daneyên sala 2015'an rêjeya mirina sivîlan kêmbûn hatiye dîtin.