Di navbeyna DYA û Elmanyayê de krîza sefîr

Di navbeyna Elmanya û DYA’yê de, ji ber sedema gotinên sefîrê Amerîkayê nîqaşa ku gelek partiyên siyasî jî helwesta xwe nîşan dayî didome.

Sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Rîchard Grenell ku beriya bi mehekê dest bi kar kir, bi hevpeyvîneke xwe ku dayî platforma Amerîkayê ya rastgirên tund, di rojeva Elmanyaê de ye.

Grenell di hevpeyvînê de gotibû ew armanc dikin ku ‘muhafazkar’ên din ên Ewropayê geş bikin. Li ser vê yekê di serî de li Elmanyayê helwest hatin nîşandan. Wezarata Karên Derve ya DYA’yê jî hewl dide ku helwestan nerm bke. Grenell gotibû ‘çîna klasîk a polîtîk’ a Ewropayê beriya hilbijartinê biryarê li ser dide bê ka wê ‘bi ser bikeve’ û got li pêşberî vê ew jî dixwazin ‘muhafazkarên din’ ên Ewropayê geş bikin.

HIKÛMET Û PARTIYÊN DIN ÊN SIYASÎ HELWEST NÎŞAN DAN

Di daxuyaniyê de ku ji hêla hikûmeta federal a Elmanyayê ve hate dayin, hate gotin ji gotina sefîr wate çiye divê were gotin.

Serokê berê yê SPD’ê Martîn Schûlz jî li ser gotinên sefîr got, ‘’mirov nikare ragire’. Schûlz got, divê Grenell demildest ji ser kar were vekişanin. Alîkarê Serokê Giştî yê SPD’ê Torsten Schafer Gumbel jî got Grenellê ku armanc dike dest li hilbijartinên demokratîk werde ji bo sefîrtiyê ‘ne mirovê rast e’.

Serekwekîla Koma Partiya Çepgir (Dîe Lînke ) Sara Wagernknecht jî xwest ku sefîr demildest were dersînorkirin.

WEZARETA KARÊN DERVE YA DYA’YÊ HEWL DIDE KU HELWESTAN NERM BIKE

Li ser van gotinên Grenell Wezareta Karên Derve ya DYA hewl dide ku helwestan nerm bike. Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Nauert got sefîrê wan ‘dikare bi azadî fikrên xwe yên şexsî bibêje’. Nauert got ev nayê wê maneyê ku ew li ser fikra Grenell in yan na.

Nauert got têkiliyên wan ên bi Elmanyayê ‘pir xurt in’ û wan ev careke din dîtine.

Her wiha li Awûstûryayê jî gotinên Grenell bû sedema helwestan. Grenell di hevpeyvîneke Breîtbartê de li ser Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kurz gotibû "Stêrka Rock".