Di navbeyna Çîn û Hindîstanê de şerê çekdarî: 3 kes mirin

Li Ladakhê, herêma sînor a bakurê Hindistanê bi artêşa Çînê re şerekî tund rû da û li gorî saloxan 2 leşkerên Hindî hatine kuştin. Ji Gulanê ve li herêma navborî du navbeyna di hûtên Asyayê de rageşiyek zêde hebû.

Leşkerên du dewletan ji serê Gulanê ve gelek caran li ser sînor hatin pêşberî hev. Ev rageşî nexasim li herêma çiyayî ya Ladakhê zêde ye. Herdu alî jî li ber raya giştî dibêjin ku ew dixwazin bi rêyên dîplomatîk meselê çareser bikin.

Berdevekek ji artêşa Hindîstanê ragihand şêva dî li geliyê Galwanê dema rageşiyê şerekî giran rûdaye û ji herdu aliyan jî leşker mirine. Li gorî saloxên ku berdevk dayî yek jê efser 3 leşkerên Hindî mirin.

Rêveberiya Çînê ji şer Hindistan berpirs dît. Berdevkê Karûbarê Derve yê Çînê Zhao Lîjîa diyar kir leşkerên Hindîstanê 15'ê Hezîranê konsensûsa dualî binpê kiriye û du caran sînorê ku nîqaş li ser heye bezandiye.

Li gorî rayedarê Çînê leşkerên Hindistanê piştre 'tevgera îlegal' kirine, leşkerên Çînê 'proveke' kirine, êrîş anîne ser wan. Rayedarê Çînî derheqe mirina leşkeran ti saloxî neda.

Tê gotin berpirsên leşkerî yên payebilind ên du welatan ji bo ku avekî li êgir bikin çûne herêma navborî.

Lijîa her wiha got Çîn û Hindistan hevraman in ku meseleyê bi danûstandinê çareser bikin.